Parlemana Tirkîyê îro Înê pêşnîyara pêkanîna hilbijartinên pêşdem erê kir, piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanîyeke wiha dabû.
Li gor biryara parlemanê hilbijartinên pêşdem yên bo posta seroktî û hemî kursîyên parlemanê di 24’ê Hezîranê de pêk were.
Di rûniştina parlemanê de, parlemanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêşnîyara hilbijartinên pêşdem protesto kirin û tev li dengdanê nebûn.
Parlementerên din ku beşdarî dengdanê bûn, bi yekdengî pêşnîyar pejirandin.