Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê radigihîne ku artêşa Tirk bi topan êrîşî ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir.
SOHR dide zanîn ku çeperên YPG û Burkan al Firat yên li gundê Zormixara ku li rojavayê Kobanê du roj in dibe armanca êrîşên û 4 çekdar di encamê de birîndar bûne.
SOHR herwiha radigihîne ku makîneyeke YPG li rojhilata Kobanê û rojavayê Girêspî (Til Abyad) rastî êrîşeke leşkerên Tirk hat.
YPG wek hêzeke herî bandor ya dijî DAIŞ tê nasîn û firokên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi êrîşên esmanî destek didin wê.