Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Sûrîyê Xwepêşandanên Dijî Tirkîyê Dodomin


Turkey strikes
Turkey strikes

Wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu doh Pencşemê ragihand ku wî di civîneke navneteweyî de bi wezîrê derva yê Sûrîyê re bi kurtasî axifîye.

Çavuşoglu herwiha dîyar kir ku dive rêjîm û opozîsyon li hev bikin da ku şer raweste û bê lihevkirina her dû alîyan aramî û yekbûna axa Sûrîyê çê nabe .

Daxuyanîyên Çavuşoglu rastî ne razîbûna xelkê herêmên di bin kontrola wan de hat û li her derê xwepêşandan hatin dar xistin.

Xwepêşandaran derketina Tirkîyê ji axa Sûrîyê daxwaz kirin û herwiha alên Tirkîyê şewitandin .

Siyasetvanê Kurd, Gêlo Îssa
Siyasetvanê Kurd, Gêlo Îssa

Siyasetvanê Kurd Gêlo Îssa ji Dengê Amerîka re sedema daxuyanîyên Çavuşoglu û rola Tirkîyê li Sûrîyê şîrove kir .

Gêlo Îssa dîyar kir ku Tirkîye tenê hevalê berjewendîyên xwe ye û bi rewşa dawî ev yek îro êdî zelal bûye.

Îssa destnîşan kir ku niha gel dijî helwesta nû ya Tirkîye nerazîbûnên xwe eşkere dikin,ku li heremên di bin kontrola Tirkîyê de dijîn.

Çalakvanê civaka sivîl Faroq Mustefa
Çalakvanê civaka sivîl Faroq Mustefa

Çalakvanê civaka sivîl Faroq Mustefa jî bo VOA daxuyanîyên Çavuşoglu şîrove kir.

Mustefa anî ziman ku ji destpêka vir ve, beşdar bûna Tirkiyê di şoreşa Sûrîyê de roleke neyînî dilîst.

Wî herwiha ragihand ku sedema ketina Tirkîyê nav axa Sûrîyê de 2 armanc bûn; piştigirîya komên îslamî yên radîkal, wek Ixwan elmuslimîn û herwiha bi rêya van komên tundrew rê li pêş Kurdan bigire da ku ew mafên xwe bi dest nexin .

Mustefa dîyar kir ku hemû van sedeman rê da ku berjewendîyên Tirkîyê û Rûsya li Sûrîyê bibin yek; ew jî vegera kontrola rejîmê li ser axa Sûrîyê ya giştî , herwiha herêmên Kurdî jî di nav de .

Bi destpêka şerê navxweyî ya li Sûrîyê, Tirkîye piştgirî da opozîsyonê û daxwaza guhartina hikîmeta Sûrî kir.

Bi berdewamîya şer, Tirkîyê bi artêşa xwe derbazî nav axa Sûrîyê bû û gelek hêrêm xistin jêr kontrola xwe.

Lê, niha piştî 11 sal ji şer û bi deh hezaran qurbanî û kesên windayî ,a hikûmeta Tirkîyê daxwaza lihevkirina rejîm û opizisyonê dike û ew jî dibe cîhê nerazîbûnê li cem xelkê Sûrîyê .

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin:

Li Herêmên Jêr kontrola Tirkîyê de Ala Tirk Hat Şewitandin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
XS
SM
MD
LG