Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ragihand ku ger Tirkîye dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonê bike, ewê piştgirî bidin wê operasyonê.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê Yusif Hamud dîyar kir ku hîn dema operasyonê zelal nebûye.
“15,000 leşkerên me bo beşdarbûna operasyonê hazir in. Operasyon ji axa Tirkîye û Sûrîyê bi hevdemî were meşandin û enîyên operasyona Minbic, Tilabyad û Serêkanîyê ne.”
Artêşa Azad ya Sûrîyê, ku Tirkîye piştgirîya wê dike, jinûve hat saz kirin û bûbû Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganroja Çarşemê gotibû ku ewê di nêz de dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonekê bikin û ‘’aramî bibin rojhilata Firatê,’’
Wezareta Berevanî ya Amerîka, ser hazirîya operasyonê Enqere hişyar kiribû ku ji operasyonên yekalî dûr bisekine.