Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê li Hindurê Sûrîyê Zêde Bûne


rtêşa Tirk di çend rojên borî de bereyên şer li Efrîn, Şehba, Girêsipî û Kobanê zêde armanc dike.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê, êrîşên Tirkîyê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re şermezar kir ku ev êrîş dora salvegera çarê ya êrîşa Tirkî li dijî Efrînê pêk tên.

Berdevkê rêxistinê Îbrahîm Şêxo got ku Tirkîyê Efrîn, Girêsipî û Serêkanîyê dagîr kirine û niha jî Kobanê dike armanc.

“Ew sûd ji bêdengîya cîhanê digire û êrîşan pêk tine û gelên Sûrî û bi taybet jî Kurd dibin qurbanî,” Şêxo got.

Firokên dron yên Tirk şeva borî û pêr bajarê Kobanê bombebaran kiribûn, herwiha artêşa Tirk gundewarên li ser xeta Kobanê û Girêsipî jî topbaran kiribûn, ku di encamê de sivîl bûbûn qurbanî.

Dor vê pêşhateyê hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê, Mihemed Ebdo got ku Kobanê sembola şerê li dijî DAIŞ’ê ye, loma Tirkîyê dixwaze tolê ji wê hilîne.

“Tiştê ku DAIŞ’ê nikanîbû bike, Tirkîyê hewil dide ku bi wê bixwe bike: gel koçber bike û ji Kurdan vala bike. Loma em ji Koalîsyona Navdewletî dixwazin ku bêdeng nemîne û gelê deverê biparêze û fişarê li Tirkîyê bike ku êrîşan rawestîne”.

Ebdo, herwiha bêdengîya Rûsya jî rexne kir ku li Kobanê hêzên wê hene û garantora agirbestê ye.

“Xuya dibe ku Rûsya û rejîma Sûrî ji êrîşên Tirkîyê razî ne. Ew dixwazin mercên xwe li Rêvebirîya Xweser bisepînin, yan rejîm vegere deverê yan Tirkîyê wê êrîş bike”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku êrîşên Tirkî li ser deverên bakurê Sûrîyê zêde bûne. Di rojên dawî yên sala par li Zirganê û di du rojên çûyî de jî li Kobanê bi dijwarî bombebaran û topbaran kiribû. Dîsa, Tirkîyê li devera Şehba bajarokê Til Rifet û çend gundên din jî armanc kiribûn.

NR_01_10_2022_Daxuyanî_Efrîn_Kobanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG