Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Leşkerekî Wê Ser Sînorê Sûrîyê Hate Kuştin


Leşkerên Tiirk li Sûrîyê
Leşkerên Tiirk li Sûrîyê

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku leşkerekî wê hate kuştin, dema wî hewil dida ku pêşî li derbazbûna qaçaxî ya ji sînorê Sûrîyê bigire.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku leşkerê kuştî, çawîşê taybey yê pêya Savas Dînc e û ew li nexweşxaneyeke bajarê Kîlîsê jîyana xwe ji dest da.

Rojnameya Cumhurîyet ragihand ku leşkerê kuştî 29 salî bû û sedema mirina wî birînên ji guleyan e.

Tixubê Tirkîye û Sûrîyê gelek caran ji alîyê qaçaxcîyan vet ê xebitabdin û di salên dawîyê de çekdarên bîyanî yên ji welatên dereke jî bi wî awayî dişin Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG