Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bacên Gumrukê yên Ser Hin Berhemên Amerîkî Zêde Kirin


Tirkîyê îro Çarşemê bacên gumrukê yên ser hin berhemên Amerîkî yên wek alkol, otomobîl û titûn bi du qatî zêde kirin.

Biryara ku ji alîyê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve hate îmza kirin, baca ser otomobîlan % 120, ya ser vexwarinên alkolîk % 140 û titûn ji % 60 zêde kir.

Dîsa, bacên gumrukê yên ser berhemên ciwanbûnê (kozmetîk), riz û komir jî hain bilind kirin.

Cîgirê Serokê Tirkîyê, Fuat Oktay li ser Twittterê ragihand ku bacên zêdekirî wek bersîvdana “êrîşên Amerîkî yên bi mebest yên ser aborîya me ne”.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî biryar dabû ku bacên gumrukê yên ser in berhemên Tirkî zêde bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka bona Tirkîyê welatê herî mezin ya çaran ya derkirînê bû û bi buhayê 12 mîlyar dolar tişt ji wî welatî hatibûn kirin.

Tirkîyê sala borî bi buhayê 8.7 mîlyar dolar berhem firotibûn Amerîka ku ew dewlet bo Tirkîyê, bazara herî mezin ya pêncan bû.

XS
SM
MD
LG