Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Di Êrîşên Tirkîye yên Ser Til Temirê de 3 Sivîl Hatine Kuştin


Êrîşên ser herêma Til Temirê (Arşîv)
Êrîşên ser herêma Til Temirê (Arşîv)

Berpirsê ragihandina HSDê Ferhad Şamî ragihand ku di encama topbarandina ji alîyê Tirkîyê ya ser gundê Zerganê ya Til Temirê 3 sivîl Roja Sêşemê danê êvarê hatin kuştin.

Şamî got ku du roj in bi giranî Tirkîye herêma Til Temirê topbaran dike û di encama êrîşan de de 3 sivîl hatin kuştin ku yek ji wan zarokek e.

Herwiha îro Çarşemê danê sibehê bi dema Qamişlo Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku hêzên Tirkîyê li derdora Til Temir dest bi êrîşa bejayî kiriye û şerê navbera hêzên wan û hêzên Tirk de berdewam in.

Şamî ji Dengê Amerîka re got ku Tirkîyê îro dest bi êrîşa ser gundê Um Kêf kir û şervanên HSDê bersîv didin.

Şamî anî ziman ku hêzên wan bi agirbestê paben in, lê Tirkîye peymana Cotmeha bi berdewamî binpê dike û hêzên wan mafê parastinê dikin.

ZO_12_22_2021_Tr_Til_Temir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG