Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Artêşa Tirk Başûrê Til Temirê bi Dijwarî Topbaran Dike


Li gor çavkanîyên xwecîhî artêşa Tirk bi çekên giran, top û hawanan gundên Til Şinan ê Asûrî yê rojhilata Til Temirê topbaran kir.

Her wiha do Çarşemê bi şev artêşa Tirk gundên Til Werd yê Zirganê û Um El-Kêf ê Til Temirê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kirin.

Dîsa, HSD’ê ragihand ku artêşa Tirk gundê Elsefewe yê Eyn Îsa topbaran kir.

Sîyamend Elî
Sîyamend Elî

Berpirsê ofîsa ragihandinê ya YPG’ê sîyamend Elî got ku di encama toprandina gundê Elsefeweyî de 4 sivîl ji malbatekê jîyana xwe ji dest dan, her wisa birîndar jî hene.

Li gor ofîsa çavdêrîya leşkerî ya HSD’ê ji 1'ê meha yek, Rêbendanê heta dawîya Hezîranê artêşa Tirk û grubên ser bi wê de 1109 car ew peyman binpêkirine.

ZO_08_05_2021_Topbarana_Til_Temir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG