Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Halîs Yerlîkaya: Li Tirkîyê Heya Niha Vaksînkirin Destpê Nekiriye


Li Tirkîyê dîmeneke ji peyvajoya COVID-19
Li Tirkîyê dîmeneke ji peyvajoya COVID-19

Li cîhanê dijî vîrûsa korona gelek vaksîn hatine peyda kirin, li piranîya welatan derzîkirin destpê kirye û tekoşîna hemberî vîrusê bi girtin û qedexeyan didome. Lê, belavbûna vîrûsê ranaweste.

Li Tirkîyê ser peyvajoyê de di navbera dewletê û sazîyên sivîl û bijîşkî cûdahî û nîqaş jî berdewam dikin.

Wezareta Saxlemîya Tirkîyê ragihand ku di 24 seatên dawî de testên 14 hezar û 494 kesan erenî derketîye û 194 jî mirinin.

Endamê Rêvebirîya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya di hevpevîna xwe ya di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re de, rewşa herî dawî ya COVID-19 û bi taybet jî pevajoya vaksinê ya li Tirkîyê nirxand û şîrove kir.

Dr. Yerlîkaya got ku li Tirkîyê hîn jî rewş di qonaxeke metîrsîdar de ye û karbidestên Tirkîyê hejmarên pêketinên vîrusê bi zelalî eşkere nedikirin û herwiha her roj nezî 250 kes jiber vîrusê jîyanên xwe ji dest didin.

“ Li Tirkîyê Ji destpêka peyvajoya pandemîyê vir ve % 30 ji mirinên gîştî di meha 12' an de pêk hat û hema hema tevahîya beşîn lênerîna giran ya nexweşxaneya tije bû.”

Hevdem, wî ragihand ku li Tirkîyê her çiqas tedbîrên herî dawî hinek rejeyên belavbûna vîrusa korona xistîye jî ew ne li gor pîvanên cîhanê yan zanistî têne ragihandin û tedbîrên xurt yên pêdivî jiber rewşa xirab ya aborîyê nayên dîyar kirin.

“ Pevajoyê bi zelalî nadin meşandin. Tedbîran ne jibo tenduristîya gel yan li gor peşnîyarên zanîstî nagirin. Tedbîrên xurt yên pêdivî jiber ku aborîya Tirkîyê xels e û heke wan tedbîran dîyar bikin aborî wê xirabtir be, ranegihandin. Jiber van sedeman jî gelek kes mirin ku mirinên ku me dikaribû pêşî lê bigirta.”

Hevdem, Dr. Halîs Yerlîkaya dîyar kir ku ew Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) piştgîrîya vaksînê dikin.

"Ji Tirkîyê re 120 mîlyon qurt vaksîn hewce ye. Lê, heya niha tenê 3 mîlyon qurt hatîye û heya niha ti kes nehatiye vaksîn kirin."

Hun dikarin tevahîya hevpeyvînê lînka jêrîn gohdar bikin.

OY_01_06_2021_H_Yerlîkaya
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:22 0:00

XS
SM
MD
LG