Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku sazîya ragihandinê ya welêt 51,000 dolarên Amerîkî ceza li kompanya Twitter birîye, bi sedema ku Twitter naverokên “piştevanên terorê “ ranekirine.
Ajansa Anadolu îro Înêyê da zanîn ku Desthilata Teknolojîyên Pêzanîn û Ragihandinê, Twitter sûcdar kiriye ku mesajên piştgirên terorê weşandine û hêzên ewlekarê kirine armanca êrîşan.
Heman sazî bi berdewamî Twitter xetebar kiriye ku tevî hişyarîyên pir caran, Twitter kîndarî û tundî belav kiriye, lê eşkere nekir ku naverokên qalkirî çi ne.
Tirkîyê di meha Nîsanê de jî Twitter û malperên din yên medya civakî blok kiribûn, bi sedema ku wan fotoyeke dozgerekî Tirk weşandibûn ku mîlîtanekî çek li serê wî danabû.