Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Biryara Girtina Almanekî Dide ku Dixwest Beşdarê YPG'ê Be


Ajansa AFP radigihîne ku dadgeheke Tirkîyê biryara girtina hemwelatîyekî Almanî da ku bo beşdarbûna YPG’ê dixwest ji başûrê wî welatî derbazî Sûrîyê be.

Ajansê ragihand ku zilamê Almanî 28 salî ye û çar sal di artêşa Almanya de xizmet kiriye.

Ew di destpêka meha Adarê de li Sîlopî hatiye binçav kirin, dema hewil dida ku bi qaçaxî derbazî alîyê Rojava be.

“Materyalên dîjîtal û wêne li ser wî hatin dîtin ku peywendîya wî bi YPG’ê re zelal dikirin. Herwiha wî li xwe mikûr hat ku dixwest tev li YPG’ê bibe. Ewê bi hewila alîkarîya rêxistineke terorîst tê darizandin,” AFP ji zarê karbidestên Tirk ragihand.

Tirkîye, YPG’ê wek beşeke PKK’ê dibîne ku ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrupa ve wek rêxistineke terorîst tê pejirandin, lê YPG ji alîyê Amerîka û hêzên Rojavayê ve hêzeke serekî ya dijî DAIŞ’ê tê dîtin.

XS
SM
MD
LG