Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere Bawer Nake YE jiber Alozîya li Derya Sipî Tole Deyne Ser Wê


Dîmenek ji hîndarîyên deryayî yên li Derya Sipî
Dîmenek ji hîndarîyên deryayî yên li Derya Sipî

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê ragihand ku Enqere çaverê nake jiber alozîyeke bi Yunanistanê li rojhilata Derya Sipî rûbirûyê toleyên Yekîtîya Ewrupa be.

Daxuyanîya Cavusoglu rojeke piştî derketina keştîya lêkolîna enerjîyê ya Tirkîyê ya ji nav avên kêşebar hat.

Çavuşoglu dubare kir ku Tirkîyê jibo gotûbêjên bê şertên pêş vekirî ye, lê got ku keştîya lêkolîna enerjîyê Oruc Reîs piştî ku roja Yekşemê vegeryabû beravên başûrê Tirkîyê dê demeke nêztîk de jinûve dest bi xebatên lêkolînan bike.

Wî da zanîn ku ew pêşbînî nake ku rêberên Yekîtîya Ewrupa yên ku ser toleyên sivik yên hember Tirkîyê li hev kiribûn, hefteya were gavên din bavêjin. Wî got ku gavên bi wî rengî nayên qebûl kirin.

"Ev dibe ku hemberî keştîya me, kompanîya me, kesan be. Wan di demên borî de de biryarên wiha girtin. Ma me dest ji biryardarîya xwe berda? Na, biryardarîya me zêdetir bû,” Çavuşoglu ji televîzyona NTV re got.

Yekîtîya Ewrupa dibêje ku ew di kêşeya Yunanîstan û Qibrisê ya bi Tirkîyê re bi tevahî piştgirîyê dide welatên endam û radigihîne ku ger dîyalog destpê neke, YE li ser îhtîmala toleyan disekine.

Rêberên Yekîtîya Ewrupî dibe ku di 24-25'ê Îlonê de hilcivîneke derbarê ragihandina toleyan biryarekê bidin.

Tirkîyê, hember Yunanîstan û Qibrisê, ku ji hêla Fransa ve têne piştgirî kirin, li heremên rojhilata Derya Sipî mafên serwerîya xebatên lêgerîna çavkanîyên xwezayî îdia dike û li wan hereman dest bi hewildanên lêgerîna gaza xwezayî kir û pirsgirêka her du welatan giheşt asteke aloztir.

Gelek welat li herêmê xebat û lêgerînên deryayî meşandin û keştîyên Tirkîyê yên din jî hene ku li dervayê avên serwer yên Qibrisê li petrol û gazê digerin.

Gefa toleyan bû sedem ku nirxê lîraya Tirkîyê nizimtir be û ku têkçûna aborî ya ji destpêbûna pandemîya korona vir ve xirabtir be.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin îro li ser Twitterê ragihand ku dibe ku ji pirsgirêkê re çareserîyeke aştîyane were dîtin.

"Yunanîstan û welatên Yekîtîya Ewrupa divê derfeta dîplomasîyê hinda nekin û gavên erênî bavêjin,"Kalin got lê wî ti hûrgulî neda.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdaneke kurt ya roja Şemîyê ya lQibrisê de ragihandibû ku Amerîka di derbarê kiryarên Tirkîyê yên li Derya Sipî gelek xembar e.

Enqere bertek dabû Pompeo û gotibû ku divê Washington pirtir bêalî be.

XS
SM
MD
LG