Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Tirkîyê ya Ser Zirganê de 3 Sivil Hatine Kuştin



Artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê, şeva borî heya berbangê roja Înê bi topan êrîşî nahîya Zirgan û gundewarên wê kir.

Di êrîşê de mizgefta Zirganê jî hate lêdan.

Rojnamevan û çalakvanê xwecîhî ji Til Temirê Ehmed Simîala ji Dengê Amerîka re got ku di encama topbaranê de yek ji wan zarok, 3 kes hatin kuştin ku in û 5 kes jî birîndar bûn.

“Di encama topbaranê de hemwelatîyên bi navê Cumane Nehat, Cewahir Mûsa Nehat û zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê 3 salî, jîyanên xwe ji dest dan, 5 sivîlên din jî birîndar bûn."

Simîala bal kişand ku devera armanckirî li ser xeta navbera HSD û artêşa Tirkî de ye û ew dever bin çavdêrîya garantorîya peymana Soçî de ye.

“Ev topbaran rojane li ber çavê polîsên leşkerî yê Rûsî diqewimin û ti helwest ji wan dernakevin."

Li alîyekî din ve, artêşa Tirkî di heman rojê de ji saet 9ê sibehê heta danê êvarê rojavayê Eyn Îsa û rêya M4 bi giranî armanc kir û bi topan li gundên Fetasa û Sefawîyî xistin û gundî neçar bûn ku ber bi Eyn Îsa ve derbider bin.

XS
SM
MD
LG