Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Vîyetnamê Tran Dai Quang Îro jiber Nexweşîyê Mir


Çapemenîya dewleta Vîyetnamî ragihand ku serok Tran Dai Quang, jiber nexweşîya xwe, îro koça dawî kir.

Quang ku berê berpirsê ewlehîya navxweyî bû, yek ji serokên herî payabilind ya wî welatî bû.

Televîzyona Vîyetnamî ragihand ku got ku Quang ê 61 salî, tevî hewildanên doktorên xwecîhî û bîyanî ji sedema nexweşîyeke giran mir.

Pispor dibejin ku bilindbûna Quang di demeke de hat ku givaştinên ser medya civakî û astengên pêş desthilatdarîya Partîya Komunîst, tevî daxwaza zelalbûn, guherîna civakî û reformên aborî, sînordarbûna ajandaya liberal ya Vîyetnamê nîşan dida.

Rojnameya dewletê, Vietnam News ragihand ku Quang roja Çarşemê mêvandarîya serokê Dadgeha Bilind ya Çînê kiribû.

Wezîrê tendirustî yê berê Nguyen Quoc Trieu ji Reutersê re got ku nîşaneyên nexweşîya Quang di Hezîrana borî de destpe kir û ew heta niha şeş caran li Japonya hatibû derman kirin.

“Nexweşîya wî jiber vîrusêke gelek jahrîn bû ku heta niha dermaneke bi bandor ji wê nexweşî re tuneye,” Trieu got.

Hêjayî balkişandinê ye ku desthilatdarekî tekane ya Vîyetnamê tune. Ew dewlet bi awayekî fermî ji alîyê 4 kêsan ve tê rêvebirin: serokdewlet, serokwezîr, serokê Partîya Komûnîst û serokê civata netewî.

Rola serokdewlet zêdetîr sembolik e, lê ew di heman demê de endamê polîtburo ye ku cîhê girîng yê biryardayînê ye.

Quang, berî ku di Nîsana 2016'an da wek serokdewlet were hilbijartin, wezîrê ewlekarîya civakî bû ku ji komkirina îstixbaratê û pêşîgirtina gefên hindurîn û derveyî yên dijî Partîya Komunîst bû.

XS
SM
MD
LG