Du çavkanîyên Tirkîyê roja Pêncşemê ji ajansa Reutersê re got ku tê çaverêkirin ku çûna petrola xav ji bakurê Îraqê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkîyê ve bênavber berdewam bike.
Berdewamîya hinardekirina petrolê bo Tirkîyê di demekê de ye ku peymana berê roja Duşemê bidawî bûye.
Ji bo dirêjkirina peymanê ji bo 12 mehan danûstandin di navbera herdu welatan de berdewam dikin.
Peymana dualî, ku li gor wê bi dehan salan borîya Kerkûk-Ceyhan dom dikir, roja Duşema borî bidawî bû. Bexda û Enqerê di serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya Tirkîyê û hevdîtina wî ya bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re roja Sêşemê peymana dirêjkirina çaverêkirî îmze nekir.
Yek ji çavkanîyan got ku borîya petrola bi rêya Tirkîyê, rêya tekane ya hinardekirin û dahatê sereke yê Bexdayê ye, danûstandin ji bo çarçoveyeke nû ya peymanê berdewam kirin.
Ne Wezareta Enerjîyê ya Tirkîyê û ne jî Wezareta Petrolê ya Îraqê piştî bidawîbûna peymana berê daxuyanîyeke fermî derbarê rewşa borîya petrolê ya di navbera herdu welatan de de dane.