Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandinên Ser Daxuyanîyên Derbarê Hatin û Vekişandina Hêzan li Bakurê Sûrîyê


Di dema dawî de daxuyanîyên ser vekişandin û hatina hêzan li Sûrîyê pir kete rojevê. Serokê Amerîka Donald Trump got ku ewê di demeke nêzîk de hêzên xwe ji Sûrîyê vekşînin.

Di heman demê de, Serokê Fransa Macron, piştî ku bi şandeyek ji Bakurê Sûrîyê li Parîsê civîya, dîyar kir ku ewê piştgirîya Hêzên Sûrîya Demoqratîk (HSD) berdewam bikin.

Berdevkê YPG’ê, Nûrî Mahmud, helwesta Fransa bi erênî nirxand û dîyar ku Fransî hêzên pêşeng bûn ku di şerê dijî DAIŞ’ê de hevkarî bi HSD’ê re kir.

Mahmud dîyar kir ku di qonaxa piştî DAIŞ’ê de hevkarîya Fransa û hêzên wan dê xizmeta aramîya di hindurê Sûrîyê de bike.

Li alîyekî din, daxuyanîyên navnetewî li kolanên Kurdî bû cîhê gengeşîyan.

Ehmed Silêman, endamê komîta sîyasî ya partîya Pêşverû, rexne li Rêveberîya Xweser kir û got ku têkilîyên şaş bi hêzên navnetewî re herêmê bi giştî xist bin metirsîyeke mezin.

Lê, nerînin din dibêjin ku Amerîka hêzên xwe ji herêmê venakişîne, jiber ku ewê rê li pêşîya aktîfkirina DAIŞ’ê veke û wê rola Fransa li kêleka Amerîka bo aramîya herêmê pirtir dîyar bibe.

Rojnamevan Hisên Zêdo dibêje ku koalîsyon ji bêhtirî 60 dewletan pêk tê û hemû xwedî têkîlîyên baş bi HSD’ê re ne.

Herwiha rojnamevan Candî Xalidî djî ibêje ku hevkarîya Fransa û Amerîka wê metirsîya ser herêmê hilîne.

Kolanên Kurdî jî kêfxweşîya xwe bi daxuyanîyên Fransa anî ziman û di heman demê de bi daxuyanîya Trump nerazî bû.

Di dema dawî de, bi taybetî piştî derbazbûna Tirkîyê ya Efrînê û gefên wê ser herêma rojhilata Çemê Feratê ya bin parastina HSD’ê û koalîsyona navnetewî, de bawerîya gelên herêmê bi hêzên navnetewî kêm bû û tirsa wan ew e ku senaryoya Efrînê li Qamişlo û Minbicê dûbare bibe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG