Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Trump û Putîn di 16’ê Tîrmehê de li Helsînkî Dicivin


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin wê di 16’ê Tîrmehê de, li Helsînkî hilcivîna yekê pêk bînin.

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku piştî serdana şêwirmendê netewî John Bolton ya Rûsya, biryar hate dayîn ku her du serok di hilcivînekê de werin ba hev.

Daxuyanî bal kişand ku Trump wê piştî beşdarbûna hilcivîna rêberên NATO ya di 11 û 12’ê Tîrmehê de ligel Putin bicive.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump û Putîn berê di bin lihevhatinên navnetewî de du car hevdu dîtîbûn û 8 caran jî bi telefonê peyîvîbûn.

XS
SM
MD
LG