Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin li Helsînkî di Civînê de Ne


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Helsînkî hilcivîna xwe didomînin.

Trump, berî ku dest bi hevdîtina yek bi yek ya ligel Putin bike, got ku peywendîyên navbera her du alîyan di salên borî de ne pir baş in.

“Bi nêrîna min, di dawîyê de peywendîyên me wê gelek baş bin,” Trump geşbînîya xwe dîuar kir.

Demeke zûtir ya îro, Trump li ser Twitterê gotibû ku peywendîyên bi Rûsya re qet wiha xirab nebûbû û sedema wê jî ehmeqîya wan e.

Mebesta Trump ya bi wê twîtê lêpirsîna derbarê maytekirina Rûsan di hilbijartinên seroktîyê de ye ku Robert Mueller bi rêve dibe.

“Civîna me bi Putin re çiqas rind derbaz be jî, rexneyên hember min berdewam bikin ku min bi têra xwe tiştan nekirine,” Trump bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG