Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro bi Dehan Qamyonên Alîkarîyê Derbazî Gazayê Bûn


Îsraîl ragihand ku 4 tankerên şewit û 4 tankerên gaza pijandinê îro Înê di roja pêşîn ya agirbesta çar rojan de derbazî Gaza bûne.

Karbidestên Filîstînî jî ragihand ku di çarçoveya peymana agirbestê de, heta nîvro ya îro 60 qamyonên alîkarîyê ji Misrê derbazî xala sînorî ya Refahê bûne.

Li ser du ji qamyonên pêşîn nivîsên wek "Bi hevre jibo mirovahîyê" û "Jibo birayên me yên li Gazayê" hatibûn nivîsîn.

Îsraîl razî bûye ku jibo hewcedarîyên mirovahî di heyama agirbestê de rojane 130 hezar lître mazot û 4 qamyon gaz û her roj 200 qamyon alîkarî têkeve Gazayê.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG