Donald Trump yekmîn serokê Amerîka ye, ku lingê wî dikeve ser axa Koreya Bakur, dema roja Yekşemê li ser sinorê herdu Koreyan li herêma bêçek Trump û Kim hevdu dî û her du alî razîbûn li ser dom kirina danûstendinên derbarê nehiştina çekê navokî yê Koreya Bakur.
Îro Yekşemê serokê Amerîka bi rêyaTwittera xwe ya fermî de twîtek weşand û got,"Ez ji Koreya Başûr didim rê piştî hevdîtina gelek jêhatî ya li gel serok Kim Jong Un, li ser axa Koreya Bakur rawestiyam, ev ragihandinek giringe û şanaziyek mezine ji bo hemûyan."
Ew hevdîtin car din nêzîkatiya di navbera her du serokan de nîşan dide. Her du serok bi germî silavî hev kirin û destên hev hejandin û her duyan di hevdîtina siyan de hêvî xwestin ku aştî û tenahî bi encam bibin, ev yek li herêma bêçek ragihandî pêkhat, ya ku li serdema "Cenga Sar" di navbera herdu welatan, Koreya Bakur û ya Başûr hatbû danîn, ku ew herêm heta niha nîşana berdewamiya nakokiyan û şerê di navbera herdu welatan de ye.
Piştî hevdîtina Trump û Kim herdu serok derbasî nav axa Koreya başûr bûn û li gel serokê Koreya Başûr Moon Jae-in her sê serokan civîneke kurt encam da.
Serok Trump û Kim Jong Un bo maweyê yek demjimêr hevdîtin pêkanî, piştî hevdîtinê Trump got"Civîneke gelek baş û gelek bihêz bû…Emê bibînin kanê dê çi bibeÎ".