Serok Donald Trump got ku Amerîka kempeyna tunekirina karbidestên rejîma Îranê berdewam dike û eger rejîm hate roxandin, dibe ku guncav be kesek ji nav Îranê bibe rêberê nû yê welêt.
Di konferanseke rojnamevanî de îro Sêşemê li Koşka Sipî ligel Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz, Serok Trump got Amerîka operasyona xwe li dijî rejîma Îranê berdewam bikin heta ku artêşa wî welatî bi tevahî were tunekirin.
Li ser pirsa rojnamevanekê ka gelo kurê şahê berê yê Îranê Reza Pehlewî bijareyeke baş e ji bo rêvebirîya welêt piştî roxandina rejîma heyî, Trump diyar kir Pehlewî "wekî kesekî baş xuya dike, lê reng e guncavtir be eger kesek ji nav Îranê bibe rêberê welêt, kesekî ku xwedî piştgirî be."
Serokê Amerîkayî herwiha da zanîn ku xirabtirîn senaryoya li Îranê bibe ew e ku ev vê yekê bikin û paşê rejîmeke xirab bi qasî xirabîya vê rejîmê were. Dibe ku ev yek bibe, lê em naxwazin ku ew bibe. Em dixwazin kesekî li wir bibînin ku ji bo xelkê baş be."
Trump herwiha got: "Emê bibînin ka wê çi ji bo xelkê bibe. Derfeta wan heye. Wan dixwest derkevin kolanan, lê me got niha nekin. Gelekî metirsîdar e, bombe li her deverê tên xwarê."
Serokê Amerîkayî da zanîn ku kesek di hizira wan de hebû ku bibe rêberê Îranê, lê ew jî di êrîşan de hate kuştin.
Ji alîyê xwe ve, Serokê hikûmeta Almanyayê Merz got ku welatê wî û Amerîka hevbîr in ku divê rejîma Tehranê nemîne.
Merz herwiha anî ziman ku ew hêvî dike ev şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di zûtirîn dem de bidawî bibe, ji ber ku ew ziyanê digihîne aborîya Almanya û ya cîhanî.