Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îranê bi Dronan Êrîşî Keştîyan Kir û Agirbest Binpê Kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rejîma Îranê herî kêm çar dronên êrîşê avêtine ser keştîyên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn.

Serokê Amerîkayê îro Înê li ser platforma Truth Social got ku yek ji wan dronan rasterast li dika jorîn a keştîyeke mezin û “pir biha” ya barhilgir ketîye.

Trump got ku “ziyan çêbûye, lê keştîyê karibû rêka xwe berdewam bike.”

Serok Trump herwiha got hêzên Amerîkî "sê dronên din anîn xwarê. Ev binpêkirineke gemjane ya rêkeftina me ya agirbestê ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG