Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarşemê Dadgeha Împîçkirina Serok Trump Dê Bidawî Bibe


Senata Amerîkî roja Înê deng li ser dadgheha împîçkirina serok Trump da û biryar hat stendin ku şahidhal nehên bang kirin, û roja Çarşema dahatî li ser herdu xalên ku serok pê hatî tawanbar kirin dengdan çê bibe.

Çavkaniyên Kongresa Amerîkî bo medîyayê dane zanîn ku roja Çarşemê Senat dê dengî li ser dadgeha împîçkirina serok Trump bidin û tê çaverê kirin ku Senat serok Trump derbarê herdu artîkilan da bêtawan derxîne.

Hatîye zelal kirin ku roja Duşemê tîma bervenkarên serok Trump pirsa şahidhal û belgeyên împîçkirinê bidawî bikin û Senat roja Çarşemê dengdana dawiyê bide û dadgeha împîçkirinê bidawî were.

Dengdana li ser amadebûna şahidhalan bi cûdahiyeke kêm di berjewendiya Komarîyan de 51 li hember 49an pêkhat, û perçebûna hizbî di nava herdu partiyan hat dîtin, bi tenê 2 Komarîyna Susan Collins ji Maine û Mitt Romney ji Utah di berjewendiya Demokratan de deng da.

Dengdana Înê pêkhat piştî ku raportan eşkere kirbû ku John Bolton şêwirmendê berê yê Ewlekarîya Netewî weke şahidhal derketîye holê.

Piranî ya Senatoran ku Komarîne rê neda Demokrat bangî şahidhalan bikin, ev jî yekemîn prosesa Împîçkirina serokekî Amerîkî ye ku şahidhal amade nebin.

XS
SM
MD
LG