Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Hişyarîyeke Tund Dide Îranê

Serokê Amerîkayê îro Yekşemê ragihand ku Îranê gotîye ew “dê îro pir bi hêz lê bidin, ji her demekê berê bihêztir lê bidin.”

Serok Trump li ser platforma xwe ya mediya civakî Truth Social got ku,” Lê baştir ew wiha nekin. Ji ber ku ew lêdin, Em dê bi hêzekê li wan bidin ku qet berê nehatîye dîtin.”

Wî got,”Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê! Serok DONALD J. TRUMP”

Ev gefên serokê Amerîkayê di demekê de tên ku rejîma Îranê gef xwar ku îro sibê "êrîşa herî mezin" li ser Îsraîl û armancên Amerîkayê yên li herêmê bike.

Li Herêma Kurdistanê, çavkanîyên nûçeyan êrîşek li ser firokxaneya Hewlêrê, ku baregeha hevpeymanîya navnetewî lê ye, piştrast kirin.

Trump di ragihandina operasyona Hêrsa Dastanî ya li dijî Îranê doh Şemîyê danê sibehê di peyameke vîdyoyî de gotibû ku,”ev 47 sal in ku rejîma Îranê dirûşmên 'Mirin ji Amerîkayê re' digot û helmeteke bêdawî ya xwînrijandin û kuştina bi kom li dijî Amerîkayê, leşkerên me û mirovên bêguneh li gelek welatan dimeşîne.”

Doh êvarê Trump kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ragihand.

Piştre Tora nûçeyan a televîzyona fermî ya Îranê mirina Rêberê Bilind Elî Xamineyî piştrast kir. Û hikûmeta Îranê heft roj pişû û 40 roj şîna giştî ragihand.

This item is part of
XS
SM
MD
LG