Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û karbidestên din ên rêvebirîya Trump roja Seşemê endamen Kongresê li ser êrîşên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê agahdar kirin.
Rubio ji rojnamevanan re got ku Serok Donald Trump kar kir bo “hilanîna metirsîyekê ser ewlekarîya Amerîka û ya hevalbendên me.”
Wî got ku armanca kempeynê ew e ku şiyana Îranê ya mûşek û hêza deryayî rake û piştrast bike ku ew ti carî nebe xwedî çekekî navokî.
“Em bi tevahî bawerî dikin ku ev armanc dê pêk werin,” Rubio got.
Senatorê Demokrat Cory Booker kiryarên rêvebirîyê da ber pirsê û got ku “ti metirsîyeke demûdest” ji alîyê Îranê ve nebû.
“Me civîneke nepenî hebû ku ez bi tevahî matmayî bûm ji nebûna agahîyên ku wan bo rewakirina sed milyar dolarên lêçûnê û jiyana Amerîkîyên tên windakirin da,” Booker ji rojnamevanan re got.
Serokê Civata Nûneran a Kongresa Amerîkayê Mike Johnson got ku Îran programeke mûşekan ya berfireh avakiribû ku Trump bawar dike hewce bû kiryarek were kirin.
“Me defeteke tîr û taybet hebû, pencereyekê firsendê, bo kirina tiştekî, û eger ew pencere derbas bûbû, ji bo me gelekî dijwartir dibû ku armanca xwe pêk bînin,” Johnson got.
Endama Kongresê ya Demokrat Melanie Stansbury piştgirî da rola Kongresê li ser biryara kengî welat divê here şer.
“Destûra Amerîka bi awayekî zelal dibêje ku desthilata ragihandina şer tenê li di destê Kongresê de ye. Û ew jî zelal e ku vê rêvebirîyê hin rêka qanûnî pêşkêş nekiriye ka çima divê Amerîka şer li dijî Îranê ragihîne û çime çavkanîyên leşkerî bêyî destûra Kongresê hatine şandin."
Rubio got ku rêvebirîyê agahdariyên pêwîst daye Kongresa Amerîkayê û “bêtirî ku qanûn û pêwîstîyên wê dixwaze pêşkêş kiriye.”
“Me Kongresa Amerîkayê agahdar kir,” Rubio got. “Me tîma Heşt Kesan (di nav Kongresê de) agahdar kir. Me serkirdeyatîya Kongresê agahdar kir. Ti qanûn tuneye ku divê em vê bikinê; qanûn dibêje ku divê em wan 48 saetan piştî destpêkirina şer agahdar bikin. Me ew yek kir. Ez ez dibêjim ew agahdarkirin îro çû. Lê me endamên Kongresê ji berî vê yekê agahdar kirin. Em nikarin hemû 535 endamên Kongresê agahdar bikin.”