Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Nûçeya Amadekarîya Şandina Duyemîn Keştîya Firokhilgir bo Rojhilata Navîn Belav Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump nûçeyeke rojnameya Wall Street Journal weşand ku behsa planên Pentagonê yên şandina keştîya firokhilgir a Amerîkayî bo Rojhilata Navîn dike.

Trump roja Pêncşemê li ser platforma Truth Social raporta Wall Street Journal belav kir ku dibêje: "Pentagon keştîya duyemîn a balafiran amade dike ku bifire Rojhilata Navîn."

Rojnameya Wall Street Journal roja Çarşemê ragihand ku Pentagon ferman daye komeke duyemîn a keştîya firokhilgiran amade be ji bo belavkirina pêkan li Rojhilata Navîn.

Karbidestekî Amerîkayî, ku navê xwe eşkere nekir, ji rojnameyê re got ku fermana şandinê dikare "di nav çend demjimêran de" were dayîn, tevî ku hîn biryareke fermî ji hêla serok ve nehatiye dayîn.

Pentagon keştîya firokhilgir amade dike ku di nav "nêzîkî du hefteyan" de dê were belavkirin û tê çavêkirin ku li beravên rojhilat ên Amerîkayê be. Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku keştîya balafiran USS George H.W. Bush niha li beravên wîlayeta Virginia rahênan pêk tîne û li gor karbidestên Amerîkayî "dikare zûtir temam bibe" da ku keştî zûtir were şandin.

USS Abraham Lincoln Strike Group niha li Rojhilata Navîn ligel çend keştîyên leşkerî yên din bicih bûye.

Serok Trump roja Sêşemê di hevpeyvînekê de ligel malpera Axios got ku Amerîka amade ye êrîşî Îranê bike eger danûstandinên bi Komara Îslamî re têk biçin.

Trump behsa êrîşa leşkerî ya Amerîkayê ya Hezîrana borî kir ku navendên navokî yên Tehranê kir amanc. Wî got: "Yan emê rêkeftinekê çêbikin yan jî divê em heman karê dijwar bikin ku me cara borî kir."

Wî herwiha hişyarî da ku Amerîka li herêmê komeke mezin ya keştîyan heye û dibe ku yeka din were şandin.

XS
SM
MD
LG