Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Konferanseke Rojnamevanî de Kuştina el-Bexdadî Piştrast Dike


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî kuştina serkirdeyê Daişê Ebû Bekir el-Bexdadî piştrast kir.

Trump got ev demek bû Amerîka li el-Bexdadî digeriya ta û operasyonê li ser erdê du hefteyan berê dest pêkir ta ku bi awakî serkeftî bidawî hat.

Serok Trump got Amerîka di vê operasyonê de kesek ji endamên tîma operasyonê ji dest nedan û kesek birîndar jî nebû.

Trump behsa berferehiyên operasyonê kir û got li dirêjiya du demjimêran wan karibûn bidin dû el-Bexdadî ku li gel sê zarokên xwe hewil da bireve lê ew di tunelekê de hate dorpêçkirin û ew neçar ma xwe di dawiya tunelê de bikuje û li gel wî jî sê zarokên wî hatin kuştin.

Wî got 11 zarok ji wê bingehê hatin derxistin û rizgarkirin.

Donald Trump anî ziman ku ev bû çend salin el-Bexdadî ji ber wan direve.

Wî bal kişand ser gunehkariyên Daişê, ji kuştina sivîlên navçeyê ta Amerîkiyan û firokvanê Urdunî.

Trump spasiya Rûsya, Tirkiyê, Îraqê û Kurdên Sûriyê kir ji bo serkeftina vê operasyonê û got Kurdê Sûriyê hin agahî dane wan ku wan sûde jê wergirt.

XS
SM
MD
LG