Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê ragihand, "Tengava Hormuzê vekirî ye û dê vekirî bimîne, çi bi Îranê re çi jî bêyî Îranê."
Serok Trump li ser platforma Truth Social got, "Em 'Dorpeçkirina Îranê' dîsa dest pê dikin. Ji ber vê dorpeçkirinê, tenê rê li ber keştiyên Îranê û yên ku pê re kar dikin tê girtin. Hemû welatên din dikarin bi rehetî û bi awayekî azad Tengavê bi kar bînin."
Serok Trump di daxuyaniya xwe de herwiha Amerîka wek "Parêzvanê Tengava Hormuzê" bi nav kir.
Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir ku Amerîka plan dike ku 20% pereyê parastinê ji hemû barên keştîyan ên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin bistîne, da ku lêçûnên ewlekarîya deryayî ya Amerîkayê ya li herêmê bide.
Ev daxuyaniya Donald Trump piştî wê yekê hat ku hêzên Amerîkayê bersiva êrîşên Îranê da yên ku li ser keştiyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê re derbas dibin.