Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê daxwaza civînekê kirîye. Serok Trump ev yek di peyemeke kurt de li ser Truth Social weşand û got ku "ev civîn dê sibê li Dohayê çêbibe."
Serokê Amerîkayê herwiha Duşemê di peyamek din de li ser platforma Truth Social ragihand ku bihayê her bermîl petrola 'West Texas Intermediate' a Amerîkayê daketîye 69 dolaran û hîn jî dadikeve. Trump got ku ev ji bihayê berîya destpêkirina operasyonên “bêçekkirina navokî ya Îranê” kêmtir e.
Serok Trump tekez kir ku bihayê petrol û gazê bilez dadikeve.