Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rêkeftina ji bo Vekirina Tengava Hormuzê Nêzîk e û Şer dê Zû Bidawî Bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi Îranê re danûstandinan dike. Wî got ku şer dê zû bidawî bibe û dibe ku di nêzîk de ji bo vekirina Tengava Hormuzê rêkeftinek çêbibe.

Serokê Amerîkayê roja Pêncşemê 6'ê Tebaxê di daxuyanîyeke ji bo rojnamevanan re li Koşka Sipî, dema pirsa li ser vekirina Tengava Hormuzê jê hat pirsîn, got "Ez naxwazim bibêjim rêkeftin çêbûye, lê niha heta astekê vekirî ye."

Wî herwiha anî ziman ku “Tengava Hormuzê di bin kontrola me de ye. Ez bawer dikim ku şer dê zû bidawî bibe, ez bawer nakim ku ew bikarin zêdetir berdewam bikin.”

Dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî rejîma Îranê destpê kirîye, Supaya Pasdaran gelek caran hewl daye ku rê li ber Tengava Hormuzê bigire û ji bo vê yekê keştîyên bazirganî dike armanc. Lê belê Amerîka dibêje ku xeta başûr a Tengava Hormuzê ya ku di nav axa Omanê re derbas dibe vekirî ye û keştî dikarin di wê re derbas bibin.

Trump li ser pirsa derbarê enbarên çekan anî ziman ku hinek çekên wan pir in, lê ji bo hinek çekên din sinûrdarbûnek heye.

Serokê Amerîkayê eşkere kir û got “Me gelek çek û mûşek dan Ukraynayê. Hikûmeta Biden ev kar belaş kir, bi sedan milyar dolar da wan. Lê dîsa jî enbara me ya çekan mezin e. Ji bo hinek çekan ti sînorê me nîne, lê hinekên din sînorbar e lê em her roj wan amade dikin.”

Wî herwiha anî ziman ku şîrketên parastinê yên Amerîkayê kargehên çêkirinê zêde dikin, bi taybetî jî sazîyên ku mûşekên Patriot û Tomahawk berhem tînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG