Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Îran Qerebûya Hemû Kesên ku Wan Kuştine Bide

Trump
Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Îran ji bo kesên ku hatine kuştin di nav şer, êrîş û xwepêşandanan de, qerebûyê bide.

Serok Trump îro Duşemê li ser platforma Truth Social'ê bersiva daxwaza Îranê da ku ji Washingtonê xwestibû dayîna qerebûya ziyanên ku di nav operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê hatine kirin bide û got "Ez jî ji Îranê qerebûyê dixwazim, ji bo hemû kesên ku wan bi bombeyan û bi şerên xwe kuştine û birîndar kirine."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev şert wê di hemû danûstandinên siberojê yên bi Îranê re cih bigire. Di nav de daxwaza qerebûkirina malbatên bi sed hezaran xwepêşandêrên bêguneh ên ku Îranê di 50 salên borî de kuştine, herwiha 52,000 kesên ku tenê di pênc mehên dawî de hatine kuştin.

Trump herwiha xwest ku Îran qerebûyê bide malbatên qurbanîyên keştîya USS Cole. Ev daxuyanî amaje ye bo êrîşa 12'ê Cotmeha 2000î li Yemenê, ku tê de 17 deryavanên Amerîkayî hatibûn kuştin.

Serok Trump di peyameke din a girêdayî de diyar kir ku divê Îran berpirsiyara ziyan û kuştina xelkê li Libnan, Sûrîye, Yemen û Xezayê be.

This item is part of
XS
SM
MD
LG