Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Careke Din Behsa Serhildana Îranîyan a Dijî Rejîmê Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvara Çarşemê di civîneke rojnamevanîyê ya li Koşka Spî de, careke din behsa egera serhildana gelê Îranê kir.

Serok Trump nexwest eşkere bike ka gelo Amerîka bi rêya CIA’yê gelê Îranê bi çek dike an na.

Serokê Amerîkayê anî ziman ku hikûmeta Îranê bi hovîtî xwepêşanderan gulebaran dike û got ku ew bi êşa gelê Îranê dihese.

Wî herwiha got ku ji bo kuştina welatîyan, rejîma Îranê gelek cûre çekan bi kar tîne, ji gulebarana bigire heta çekên nîşangir.

Trump derbarê hejmara qurbanîyên sivîl ên li Îranê de jî axivî û got, di vê heyamê de nêzîkî 65,000 xwepêşander hatine kuştin û rayedarên Îranê berdewam in li ser kuştina welatîyan.

Wî di berdewamîya axaftina xwe de got, heta ku rejîma Îranê xwepêşanderan gulebaran bike, xwepêşandin çênabin û anî ziman ku kes nikare gilî ji gelê Îranê bike, ji ber ku xelk dizane ku derketina kolanan tê wateya mirinê.

Wî di dawîya axaftina xwe de got: "Rejîma Îranê roj bi roj lawaztir dibe. Ewê bigihin qonaxekê ku rejîm êdî nikaribe bi hêsanî welatîyan gulebaran bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG