Serokê Amerîkayê Donald Trump raporta ajansa Axios'ê red kir ku tê de hatibû îdîakirin ku eger Îran di bernameya xwe ya navokî de gavan biavêje, Amerîka dê alîkarîya aborî bide Îranê.
Serok Trump êvara Duşemê li ser platforma Truth Social ragihand ku "Ajansa Axiosê raportek belav kiriye ku dibêje 'Trump alîkarîya sivikkirina cezayan û dest hilandina ser pereyên cemidandî pêşkêşî Îranê kiriye'. Ev yek qet ne rast e."
Trump herwiha dibêje: "Min tiştek pêşkêşî wan nekiriye! Raporta Axios'ê mîna piranîya nûçeyên din derew e."
Axios'ê roja Duşemê ew raport belav kirbû. Li gor karbidestekî Amerîkî yê ku agahdarê hevdîtinan e, wî got ku danûstandinên li New Yorkê baş û erênî dimeşin.
Li gor heman karbidestî Amerîkî, Îranê gotîye ku ew amade ye di bernameya xwe ya navokî de alîkar bibe, lê Amerîka ji sozên Îranê gumanbar e û gavan ji wan dixwaze.
Serokê Amerîkayê dibêje ku ev raport beşek ji wan propagandayên li dijî wî ne, û divê Axios "demildest vê nûçeya derew paşve bikişîne."