Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Îran Welatekî Têkçûyî û Hilweşyayî Ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got ku "Îran welatekî hilweşîyayî ye."

Wî herwiha got ku "Me dikaribû dest deyîn ser hemû nefta wan û herwiha ser tevahîya welê jî. Tengava Hormûzê bûye ya me û em ê bi vî rengî biparêzin."

Serok Trump got ku "Her kes dibîne ku em bi alîkarîya hêzên xwe yên deryayî, her çend neftê bixwazin ji Tengava Hormûzê derbas dikin. Lê me dorpêç danîye ser nefta Îranê."

Derbarê rêjeya derbasbûna neftê ya di wê tengavê de, serokê Amerîkayê dibêje: "Hefteya borî, herî zêde neft ji Tengava Hormûzê derbas bûye ku heta niha rêjeyeke wiha jê derbas nebûbû, heta berîya şer jî."

Derbarê rewşa navxweyî ya Îranê de Trump jî got ku enflyasona wan a aborî gihîştîye astekê ku li cîhanê mîna wê nîne û ti pereyên wan nemane. "Em biryarê didin ka em ê vî karî biqedînin an wiha bihêlin. Niha her tiştê ku em dixwazin, di destê me de ye."

Ev gotinên Serokê Amerîkayê di demekê de ne ku ji ber egera êrîşeke nû li ser Îranê bihayê neftê her ku diçe bilind dibe û Îranê jî ragihandîye ku kontrola wan a tam li ser tengavê heye.

Televîzyona fermî ya Îranê dibêje ku roja Pêncşemê, hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran çar keştî kirine armanc û roja berê jî mîn bi sê keştîyan de teqîyaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG