Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Daxwaza Vekişîna Leşkerên Îsraîlê ji Sûrîyê û Libnanê Dike

Serokwezîrê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokwezîrê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê roja Pêncşemê di peywendîyeke telefonî de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got ku divê Îsraîl dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê û Libnanê bike.

Malpera Axios a Amerîkayê îro Sêşemê daxuyanîyekê belav kir û ragihand ku berpirsekî Amerîkayê got ku Trump ji Netanyahu re gotîye ku bicihbûna artêşa Îsraîlê li ser axa Sûrîyê dibe sedema alozîyê û dikare rewşa herêmê xerabtir bike.

Malpera Axios'ê ragihand ku li gor berpirsê Amerîkayê, Serok Trump ji Netanyahu re gotîye: "Ew, we -leşkerên Îsraîlê -li wir naxwazin. Divê hûn hêzên xwe vekişînin."

Axios diyar dike ku ev axaftina telefonî ya Trump û Netanyahu, rojek piştî civîna Serok Trump û Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ pêk hat. Trump û Şeri' li Tirkîyê di civîna NATO'yê de hevdu ditibûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG