Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îspanya dê Pereyên Xwe yên ji bo NATO'ê Zêde Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna NATOyê ya li Enqereyê vegerîya Amerîkayê. Serok Trump di firoka xwe de ji rojnamevanan re got ku Îspanya biryara xwe guhertîye û ewê êdî pereyên zêdetir bide NATOyê ji bo karên leşkerî.

Serok Trump li ser Îspanyayê got: "Piştî min ji wan re got ez ê bazirganîyê bi we re rawestînim, Îspanyayê îro zû biryara xwe guhert û daxwaza me qebûl kir."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Trump li Enqereyê hişyarî da Îspanyayê, ji ber ku wan nedixwest pereyên zêdetir bidin NATOyê. Ji ber vê yekê, Trump ferman da ku hemû bazirganîya bi Îspanyayê re rawestîne.

Trump ji rojnamevanan re got: “Pirsgirêkên min bi Îspanyayê re hebûn û hîn jî hene. Lê Îspanyayê îro biryara xwe guhert. Wan daxwaza me ya ji bo zêdekirina bûdceya leşkerî qebûl kir. Eger wan ev nekiriba, ez qet amade nedibûm ku bi wan re biaxivim.”

Di civîna NATOyê de, piranîya serokan projeya Serok Trump qebûl kirin. Bi vê projeyê, ewê dravê ji bo artêşên xwe zêde bikin û bikin 5% ji bûdce welatê xwe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG