Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rewşa Îranê Xirab e û Emê Zextên Giran li Wan Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê, li havîngeha Camp Daivd a wîlayeta Marylandê di civîna kabîneya xwe ya hikûmî de ragihand ku "Rewşa Îranê xirab e. Ew pir bêbawar in û rûmeta peymanan nagirin."

Serok Trump di civîna kabîneyê de, dema rojnamevanan derbarê Îranê de jê pirsîn, got ku: "Emê zextên giran li wan bixin û piştî demekê ewê neçar bimînin ku dest jê berdin."

Dema derbarê danûstandinên aştîyê yên ligel rejîma Îranê de pirs ji Serokê Amerîkayê hat kirin, wî eşkere kir ku êdî bawerîya wî bi wan namîne, ji ber ku ew herdem agirbestê binpê dikin.

Trump herwiha behsa bêçekkirina Hemasê kir û diyar kir ku Îsraîl ji vê yekê kêfxweş e û alîkarîya vê pêvajoya di navbera Îsraîl û Hemasê de kirîye.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ne ewle ye ka dê destûrê bide Ukranayê ji bo çêkirina mûşekên Patriot an na, û got ku dema Amerîka destûrê dide welatên din divê pir "hişyar" be.

Trump herwiha eşkere kir ku ew ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser bidawîkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê axivî ye û herdu alî jî dixwazin li hev bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG