Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku welatîyê Amerîkayê Robert Gilman, ku serbazê deryayî yê berê yê Amerîkayê bû û di sala 2022'yan de li Rûsyayê hatibû girtin, hatîye berdan.
Serok Trump li ser platforma Truth Social eşkere kir ku piştî peywendîya wî ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Rûsyayê pejirandîye ku wî ji ber sedemên mirovî berde.
Trump herwiha diyar kir ku Rûsyayê li hember vê ti tişt nexwestîye û ti guhertina girtîyan pêknehatîye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî daxuyanîyek weşand û pîrozbahî li Gilman kir ji bo azadkirina wî. Rubio eşkere kir ku Gilman yek ji wan bi sedan girtiyên Amerîkî ye ku ji aliyê Serok Trump ve hatine azad kirin.
Li gor daxuyanîya Serokê Amerîkayê, Gilman dê îşev bigihîje Bingeha Esmanî ya Andrews a li Marylandê ya nêzîkî Washington'ê.