Breaking News

Senata Amerîkayê Dîsa Biryara Sînordarkirina Desthilata Şer a Serok Trump Red Kir

Senata Kongresa Amerîkayê do Pêncşemê bi 51 dengên dijî û 48 dengên erê, biryarek red kir ku armanca wê sînordarkirina desthilata Serok Donald Trump bû ji bo berdewamkirina operasyonên li dijî rejîma Îranê.

Ev biryar berê ji alîyê Civata Nûneran a Amerîkayê ve hatibû pejirandin.

Di dengdanê de, sê senatorên Komarî, Susan Collins ji wîlayeta Maine, Lisa Murkowski ji Alaskayê û Rand Paul ji Kentucky, ligel nêzîkî hemû senatorên Demokrat piştgirî dan biryarê.

Her sê senatoran berê jî piştgirî dabûn hewldanên ji bo bidawîanîna çalakîyên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê.

Senatorê Demokrat ê wîlayeta Pennsylvaniayê John Fetterman, bi tenê Demokrat bû ku li dijî biryarê deng da.

Li alîyê din, Senatorê Komarî yê wîlateya North Karolînayê Thom Tillis, ku di meha Îlonê de piştgirî dabû biryareke wiha, vê carê li dijî biryarê deng da.

Ev biryar, ku wekî "Yasaya Desthilata Şer" tê nasîn, zêdetir wekî gaveke siyasî û sembolîk tê dîtin. Heta ku biryar li Senatê derbas biba jî, ne dihat çaverêkirin ku Trump wê îmze bike.

XS
SM
MD
LG