Serokê Amerîkayê Donald Trump ser îmkana peymenakê bi Îranê re got "Eger Îran lihevhatinê qebûl bike, ku texmîneke mezin e, wê demê ‘Hêrsa Dastanî’ ku bi rastî dastanî ye dê bi dawî bibe."
Trump ser platforma Truth Social îro Çarşemê got: "Dorpêça pir bi bandor dê bihêle ku Tengava Hormuzê ji bo hemûyan, tevî Îranê, vekirî be."
Serok Trump di peyama xwe de Îranê hişyar dike û dibêje "Eger ew qebûl nekin, mixabin bombebaran dê ji ya berê gelekî mezintir û bihêztir destpê bike."
Serokê Amerîkî doh Sêşemê jî ragihandbû ku dorpêça ser benderên Îranê dê bimîne lê ewê projeya Azadîyê li avên herêmê û Tengava Hormuzê ragire.
Trump li ser Truth Social got "Li ser bingeha daxwaza Pakistan û welatên din, serkeftina leşkerî ya mezin a ku me di dema operasyonên li dijî welatê Îranê de bidest xistiye û herwiha, rast'ya ku Pêşketinek Mezin ber bi Peymanek Tevahî û Dawî bi Nûnerên Îranê re hatiye bidestxistin. "
Serok Trump bal kişand ser lihevhatinekê û got "Me bi hev re li hev kiriye ku her çend dorpêçkirin bi tevahî hêz û bandora xwe bimîne jî, Projeya Azadî ya (Tevgera Keştîyan li Tengava Hormuzê) dê ji bo demeke kurt were ragirtin da ku were dîtin ka Peyman dikare bigihêje encaman û were îmzekirin an na."
Kanala Fox News herwiha bal kişand ser peyama Serok Trump û da zanîn ku Projeya Azadîyê dê were rawestandin ji ber ku danûstandinên bi Îranê re "pêşketinek mezin" nîşan didin.
Fox News ragihand ku danûstandin ber bi "peymaneke tevahî û dawî" ve diçin. Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn dimînin eger danûstandin têk biçin, lê niha, bal li ser peymanekê ye.