Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Komara Îslamî li Her Derê Paşve Diçe

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Dallas
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Dallas

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva Pêncşemê got ku Komara Îslamî li her derê paşve diçe û Tehran dê tu carî çekên navokî bi dest nexe.

"Em hêzek jêhatî dixwazin. Me artêşa herî bihêz a cîhanê ava kir, neçar ma ku em wê hinekî ji ya ku me hêvî dikir zêdetir bikar bînin, lê em nikarin bihêlin ku Îran çekên navokî hebe û ew ê tu carî nehêlin ew bibe xwedî çekên navokî," Trump got.

Serokê Amerîkayê herwiha got ku Komara Îslamî li her derê paşve diçe. Tevî ku me Tengava Hormuz kontrol kiriye; ez jê re 'Tengava Trump' dibêjim. Erê, me kontrol heye."

Serok Trump behsa operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo desteser kirina dîktatorê berê yê venezuelayê Nicolas Maduro kir.

Trump got, "Me rezêrvên petrolê yên Venezuelayê yên 65 milyar bermîl xist dest xwe."

This item is part of
XS
SM
MD
LG