Washington —
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê hemû mayînên di Tengava Hormuzê de paqij kirine.
Serok Trump li ser platforma Truth Social eşkere kir ku hişyarî dane Îranê û got ku eger her keştîya ku mayînên nû dayîne, ewê bi awayekî sîstematîk were rûxandin.
Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir ku Hêza Esmanî ya Amerîkayê çavdêrîya Tengava Hormuzê, Çîyayê Pîkaksê û her sê navedên navokî yên din ên ku berê hatine rûxandin, dike.
Trump got: "Danîna mayînan qet nayê qebûlkirin."