Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Pêwîst Nake Em li Dijî Îranê Çekên Navok Bikar Binîn

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka dê li dijî Îranê çekên navokî bi kar neyîne. Ev daxuyanî di demekê de hat ku li gor raportan, Wezareta Cengê ya Amerîkayê planeke nû ya êrîşê amade dike.

Di vê planê de tê gotin ku dibe ku Amerîka bombeya bihêz a ku wek “Diya Hemû Bombeyan” tê naskirin, li dijî navendên navokî û binesazîya enerjîyê ya Îranê bikar bîne.

Serok Trump êvara Pêncşemê 15ê neha Cotmehê di hevpevînekê ligel kanala NewsMax de, derbarê bombeya GBU-43/B ku wek “Diya Hemû Bombeyan” tê naskirin got: "Diya Hemû Bombeyan ne navokî ye."

Trump eşkere kir ku “Ev tenê bombeyeke mezin e. Wek bombeyeke navokî piçûk e. Diya Hemû Bombeyan, her çend bombeyeke mezin be jî, ne navokî ye.”

Serokê Amerîkayê tekez kir û got: "Ez çekê navokî bikar nayînim. Pêwîstîya me pê nîne."

Hêjayê gotinê ye ku, Roja Pêncşemê, çend raportên nûçeyan li Amerîkayê ragihandin ku wan ji zimanê gelek karbidestên Amerîkî bihistîye ku îhtîmal heye ev êrîş berî yan piştî hilbijartinên Nîvdemê (Midterm) ên Kongresa Amerîkayê, ku dê di 3’yê Mijdarê de çêbibin, werin kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG