Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Bawer Nakim Em ê bi Îranê re Danûstandinan Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandina bi rejîma Îranê re red kir û got ku ev pirsgirêk dê di demeke nêz de bi awayekî bê çareserkirin.

Donald Trump roja Çarşemê piştî vegera xwe ya ji bo helmeta hilbijartinê ya li wîlayeta South Carolina, ji rojnamevanan re got ku "Ez bawer nakim em ê hevdîtinan bikin" û anî ziman ku “bi her awayî, dê tiştek di demeke nêz de rû bide.”

Trump derbarê vê mijarê de got ku "Xuya ye piranîya kesan weha dibînin ku ev yek dê piştî hilbijartinan bibe, lê em ê bibînin ka dê çi bibe."

Serok Trump herwiha di axaftina xwe ya li South Carolina de got ku "Niha em piştrast dibin ku Îran ti carî nebe xwedî çekê navokî. Em dikarin niha ji wir derkevin, lê em dixwazin piştrast bin ku ev yek dê ji bo demeke dirêj wiha bimîne."

Serokê Amerîkayê Îran wekî piştgira herî mezin a terorê û welatê herî xirab ê li ser rûyê erdê bi nav kir û got ku "Heke çekê wan ê navokî hebûya, wan dê di nava rojekê an demjimêrekê de bikar bianya, belê, ez bawer dikim di nava demjimêrekê de."

Wî herwiha got ku “Me Tengava Hormûzê kontrol kirîye, ez jê re dibêjim ‘Tengava Trump.’”

This item is part of
XS
SM
MD
LG