Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kes Nemaye li Îranê ku Em Pê re Danûstandinê Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvara roja Pêncşemê li wîlayeta Iowa di kampanîya hilbijartinê de diyar kir ku Amerîkayê rêberên astên yekem û duyem û hejmarek karbidestên asta sêyem ên rejîma Îranê ji nav birine û niha kes ji rejîma Îranê nemaye ku Amerîka pê re danûstandinê bike.

Serok Trump got ku "Kêşeya min a mezin ew e ku kes naxwaze bibe rêberê Îranê."

Serokê Amerîkayê di berdewamîya axaftina xwe de got ku “Em baş guhdarîya hinek ji axaftinên wan dikin, em di vî karî de serkeftî ne.”

Serok Trump di wê gotara xwe ya li pêşberî xelkê wîlayeta Iowa de, behsa biryara xwe ya destpêkirina operasyona leşkerî ya li dijî Îranê kir û got ku ew rojek berê jî li Iowa bûye û anî ziman ku "Rojek berîya ku ez bibêjim divê em herin û rê li ber wan bigirin da ku nebin xwedî çekên navokî, ez li vê wîlayeta we bûm. Eger çekên wan ên navokî hebûna, hûn ewle nedibûn.

Serokê Amerîkayê di berdewamîyê de behsa encamên bidawîbûna şerê bi Îranê re li ser nirxê enerjîyê kir û got ku “Her demê ku ev alozîya niha ya bi Îranê re bidawî bibe, nirxê neftê dê gelekî dakeve.”

Serok Trump herwiha behsa dorpêça deryayî ya li ser Îranê û rewşa Tengava Hormuzê kir û got ku “Îro di rojnameya Wall Street Journalê de hat gotin ku hêza me ya deryayî baş e. Vê dorpêçê wiha kir ku di hefteya borî de, nefta ku di wê tengavê re derbas bûye, ji dema berîya şer jî zêdetir be.”

Rojnameya Wall Street Journal belav kirîye ku nefta ku van demên dawîyê di Tengava Hormuzê re derbas bûye, ji dema berîya şer zêdetir e. Ev di demekê de ye ku ji ber dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê, ti neft ji Îranê bi rêya deryayê nayê firotin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG