Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ewê di axaftina xwe ya îro de tiştekî mezin li dor girtina hikûmetê û ewlekariya sînor ragihîne.
Trump got ragihandina wî ya ji Koşka Spî wê demjimêr 3 piştî nîvro cih bigre û wê balê bikşîne ser kirîza mirovahî ya li ser sînorê başûrê welêt.
Rûbirûbûna di navbera Demukrat û Komariyan de, li dor avakirina dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîkê de, bûye sedema daxistina beşekî ji hikûmetê ku îro dibe 29 roj.
Trump daxwaza bêhtirî 5 milyar dolar dike ji bo avakirina dîwêr û Demukrat jî bêhtirî yek milyar erê kirine ji bo ewlekariya sînor lê ne ji bo avakirina dîwêr.
Nakokiyên li dor avakirina dîwêr û daxistina hikûmetê her wiha bûn sedema nakokiyên di navbera Trump û seroka encûmena niwêneran Nansy Pelosi de li dor plana wê ya serdana Afghanistanê.
Pelosî Koşka Spî tawanbar kir ku agahiyên serdanên wê belavkine lê Koşka Spî ev yek red kir û got wan çi agahî li dor plan û geştên wê belav nekirine.