Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Daxistineke din a Hikûmetê Dûr Naxe


Serokê Amerîka Donald Trump red dike ku ihtîmala daxistineke din a hikûmetê dûr bixe ji bo wergirtina erêkirina kongresê li dor piştgiriya darayî ya avakirina dîwarê di navbera Amerîka û Meksîk de.

Ew her wiha nîşan bi wê yekê dide ku renge ew rewşa awarte ya niştimanî ragihîne ji bo avakirina dîwêr bê erêkirina kongresê.

Trump ji bernameya Face the Nation a tilfizyona CBS re got:

“Ez tiştekî ji ser masê dûr naxim.”

Wî her wiha got:

“Ev rewşeke awarte ye… hûn dizanin ku berê rewşên awarte hatine ragihandin. Û ev bi rastî derbaskirina ne rewa ya sînor e ji aliyê qaçxçiyên mirovan ve.”

Serok got:

“Me dê sînorekî bihêz hebe û riya tenê ya hebûna sînorekî bihêz ew e hebûna dîwarekî û her kesê dibêje me pêwîstî bi dîwêr nîne, ew lîstikan dike.”

XS
SM
MD
LG