Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Digihêje Çînê

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê gihîşte paytexta Çînê Beijing ji bo hilcivîneke du rojî ligel hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping.

Ev cara yekê ji sala 2017'an ve ku Serokê Amerîkî bi serdaneke fermî diçe Çînê. Ji bilî karbidestên fermî, hejmareke karsaz di nav şanda Amerîkî cih digirin wekî Elon Musk û rêvebirê kompanîya Nvidia Jensen Huang.

Ji bilî peywendîyên bazirganî, tê çaverêkirin ku çend mijarên din jî wekî Taywan û Îranê di gotûbêjên Trump û Xi de werin behskirin.

Berî ku berê xwe bide Çînê, Serok Trump roja Sêşemê ji rojnamevanan re li Koşka Sipî got ku ewê axaftineke dirêj ligel Xi derbarê Îranê bike, lê ew bawer nake wî pêdivî bi alîkarîya Çînê heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG