Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Mêvandarîya Serokê Libnanê li Koşka Sipî Dike

Civîna îro Sêşemê, 21'ê Tîrmehê, 2026, li Koşka Sipî.
Civîna îro Sêşemê, 21'ê Tîrmehê, 2026, li Koşka Sipî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê pêşwazî li Serokê Libnanê Joseph Auon kir, di demekê de ku hewlên Washington ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Îsraîl û Libnanê de didomin.

Di dema hevdîtinê de, Serok Trump ji rojnamevanan re got ku ewê ligel hevtayê xwe yê Libnanî behsa kontrolkirina artêşa Libnanê bo deverên başûrê welêt, ewên ku koma çekdar Hizbullahê jê vekişîyaye.

Trump herwiha got ku ewê alîkarîya Libnanê bike ku rewşa wê di warê ewlekarî û aborî de baş bibe.

Libnan "bûye cihekî ku serederîyeke xirab ligel hatiye kirin. Em bihêlin ku serederîyeke durist ligel were kirin, serederîyek bi rêzgirtina ku ew hêjayî wê ye," Serokê Amerîkî got.

Ser pirsên derbarê Îranê û rewşa Tengava Hormuzê Serok Trump got "Îran gelek dixwaze diyalogê bike," û "Dorpêça li Hormuzê kesek nikare wê derbas bike û wê binpê bike."

Derbarê pirsa Hizbullahê Trump got, "Serokê Sûriyê divê tiştekî li hember Hizbiullahê bike û ez bawer dikim ew ê bi bandor be."

Wê got jî ew gundên ku çekdarên Hizbullashê jê vekişiyane dê leşkerê Libnanê ciyê wan bigire û kontrol bike.

Serok Trump got jî "Dema ku serok Aoun ji min bixwaze ew ê bi Hizbullahê re bikevin di nava diyalogê de."

Serok Trump herwiha got "Dem hatîye ku Libnan û hemî herêm aram û ewle bibe."

Ji alîyê xwe ve, Serokê Libnanê spasîya Trump kir ji ber rola wî ya serekî di îmzekirina çarçoveya rêkeftinê ligel Îsraîlê. Serok Auon got îmzekirina wê rêkeftinê di navbera du welatên dijimin de "destkeftele dîrokî" bû.

Serokê Libnanê Joseph Aoun got jî, "Pirsa ewlehî û aramîya li Libnanê girêdayî demê ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG